Kurdish (north) - customer service
Ev Folksam e
Xwedanê Folksamê mişterî ne. Ango tu digel mişteriyên me yên din xwedanê Folksamê yî. Qezenc ji bo baştirkirina rewşa mişterîtiyan tê bi kar anîn. Di hemû merheleyên jiyanê de ji bo her tiştê ji te re girîng em ewlekariyê tînin.
Sîgortaya ji du swêdiyan yekî îro li cem Folksamê ye. Amanca me ew e ku însan di cîhaneke ragirbar de xwe di emnîyetê de bibînin. Lewra xebateke me ya çalak ji bo jîngehê û lêkolînên trafîkê yên taybet hene. Em dixebitin da ku sermaye bi awayekî biberpirsiyar were razandin.

Hejmareke zêde ya sîgortayan
Em her cure sîgorta pêşkêş dikin, wek nimûne ji bo mal, zarok, erebe, heywan, keştî, nexweşî, jiyan, qeza û gelek cureyên teserifkirinê.
Ji me yên Folksamê re girîng e ku mişterî ji hemû teklîfên me agahdar be. Hîmê vê ew e ku em bikaribin bi hev re bipeyivin. Lewra tu dikarî bi servîsa mişteriyan ya pirzimanî re biaxivî. Em teklîfên li gor te û malbata te bi zimanê te didin. Pirrengî ji me re girîng e. Lewra paşxaneya te ya etnîkî û olî çi dibe bila bibe em teklîfên guhertî yên teserifa ji te re maqûl pêşkêş dikin.

Bi 18 zimanan em alîkariya te dikin
Folksam bêhempa ye, di branşa xwe de em tenha şîrketa sîgortayê ne ku bi 18 zimanan xizmeta sîgortayê pêşkêş dike. Ji bo her zimanekî hejmareke telefonê û dabaşnêrekî taybet heye ku salê 365 rojan, 24 saetan, bi şev û roj tu dikarî lê bigerî.
Em li bendê ne ku tu pêwendiyê bi me re deynî û îmkanê bidî da ku em li pêwistiya ewlekariya te û malbata te binêrin.
Ji kerema xwe bi zimanê xwe pêwendiyê bi me re deyne!